Ez çawa dikarim ceribînê pêk bînim?
Jibo kesên ku organê cinsî yê mêran (Kîr) hene, ceribandina Mîzê pêk tê. Jibo kesên ku organê cinsî yê Jinan (Quz) hene, ceribandina “Swab” (nimûnegirtin) pêk tê (Di hin navçeyan da ceribandina Mîzê jî heye). Eger tu li navçeyên “Västra Götaland”, “Västerbotten” an “Norrbotten” dijî, tu dikarî vê ceribandinê li malê û bi rêya bikaranîna kîtê ceribandina Chlamydia ji klamydia.se cih bînî. Her wiha tu dikarî vê ceribandinê li dermangehên xortan, dermangehên Saxlemiya Zayendî an Navendeke saxlemiyê bi awayê bêpere cih bînî. Encamên vê ceribandinê hema-bêje derdora hefteyekê dê bigihêjin destê te.