“Klamydia” çawa tê veguhestin?
Şêwaza herî berbelav a tûşbûna bi vê aloziyê, bi rêya têkilliya zeyendî ya bêyî bikaranîna Kondomê ye, ku têde perdeyên şilikî bi hev ra dikevin têkilliyê. Ev yek têkilliya zayendî ya ji rêya qûn (anal) û devî (Oral) jî digire ber xwe. Bakterî bitenê li nav hucre anku silûlên zindî da dijîn, loma ewna bi rêya destdana bi hevdu ra, kursiyên Sunayê (sauna), kinc, xawlîk an destavê va nayên veguhestin. Derman-nekirina Klamydia’yê (Chlamydia) di dema ducanîbûnê da, dikare saxlemiya tezezarokê dema jidayîkbûnê bêxe ber metirsiyê.
Ez çawa dikarim ceribînê pêk bînim?
Jibo kesên ku organê cinsî yê mêran (Kîr) hene, ceribandina Mîzê pêk tê. Jibo kesên ku organê cinsî yê Jinan (Quz) hene, ceribandina “Swab” (nimûnegirtin) pêk tê (Di hin navçeyan da ceribandina Mîzê jî heye). Eger tu li navçeyên “Västra Götaland”, “Västerbotten” an “Norrbotten” dijî, tu dikarî vê ceribandinê li malê û bi rêya bikaranîna kîtê ceribandina Chlamydia ji klamydia.se cih bînî. Her wiha tu dikarî vê ceribandinê li dermangehên xortan, dermangehên Saxlemiya Zayendî an Navendeke saxlemiyê bi awayê bêpere cih bînî. Encamên vê ceribandinê hema-bêje derdora hefteyekê dê bigihêjin destê te.
Siparişa ji klamydia.se hêsan e û şêwazeka baş bona cihanîna ceribîneke navmalî ye ku dê li ceribîngehekê di lêmiqatebûnên bijîşkî yên asayî da tê bikaranîn, were vekolandin û analîzkirin.
Çi kes renge tûşî aloziya Chlamydia bibin?
Ji ber ku aloziya Chlamydia’yê gellek berbelav e, her kesek ku bêyî danîna Kondomê (an Kondoma hundirîn), têkilliya cinsî çêbike, dikeve ber metirsiya tûşbûna bi vê aloziyê. Kêmgirtina Chlamydia’yê, kêmgirtina Bakteriyayî ya herî nasyar û berbelav e ku bi rêya têkilliya cinsî va tê veguhestin.
Nîşane
Di pirraniya kesên ku tûşî aloziya Chlamydia’yê dibin da, tu nîşaneyek tuneye; Lê ewna dikarin kêmgirtinê veguhezînin. Eger ku nîşane hebin, di heyama yek heta sê hefteyan piştî kêmgirtinê, diyar dibin û nîşane û elametên herî nasyar jî kêmûzûx anku kêmgirtin û hesta şewatê di dema mîzkirinê da ne. Hin kes renge tûşî xwînhatina ji vajînayê (quz) bibin. Bakteriya Chlamydia dikare di heyameke dirêj da bi awayê bêtevger bimîne û piştre ji nişkêva alozî û kêşeyên rasterast pêk bîne.
Rewşa Bêberîtiyê (Nezabûn) û nexweşiyên dûhatî
Kêmgirtina Chlamydia ya dermannebûyî dikare bibe sebeba aloziya qorikê (pelvic), ku ev yek jî renge bibe sebeba ducanîbûna li derveyî Malzarokê an Nezabûn û Bêberîtiya di pêşerojê da. Eger te organê cinsî yê mêran (Kîr) heye, renge tûşî Êpîdîdîmîtîs (Hawkirina riyên epididym), prostatitis (hawkirina kîsika Prostatê), urethritis (hawkirin an Kêmgirtina Mîzrê) an renge biberbûn û zayabûna kêmbûyî bibî. Her kesek renge tûşî hawkirina Multehimeyê (Conjunctiva | Perdeya çavan) an Artrosê (arthritis anku werimîna movikan) bibe. Kesê/a Ducanî û tûşbûyî bi kêmgirtina Chlamydia’yê dikare di dema zarokanînê da, zarokê xwe tûşî nexweşiyê bike, ku ev yek dibe sebeba kêmgirtina li çav û pişika tezezarokê. Tezezarokê tûşbûyî bi Kêmgirtina Chlamydia’yê li Pişikê, renge di pêşerojê da zêdetir bikeve ber metirsiya tûşbûna bi nexweşiya Asma anku Aloziya Bêhnkişandinê.
Dermankirin
Kêmgirtina Chlamydia’yê bi rêya bikaranîna Antî Biyotîkan dikare were dermankirin û pêwîstî bi dermana zêdetirê tuneye. Şirîkên zayendî anku Partner jî divê bikevin bin ceribandinê û eger ku lazim be, bên dermankirin. Serîlêdana li bijîşk û dermanên têkildar belaş in.